NûçeRojhilatanavinSûriye

Yekem qonaxa veguhestina niştecihên Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê roja çarşemê destpê bû

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, yekem qonaxa veguhestina niştecihên Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê roja çarşemê bi 6 otobûsan ji rêka Meiber El Îsê li başûra Helebê destpê bû.

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku ji sibeya roja çarşemê va heta niha 121 otobûs ji bo veguhestina niştecihên deverên dorpêçbûyî yên Fûe û Keferyayê ji rêya derbasgeha El Îsê li başûra Helebê derbasî van du bajarokana bûne û niştec ji van veguhestine.

Dewleta Sûrîyê û komên têrorîst roja sêşemê têkildarî veguhestina niştecihên Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê lihev kirin.

Herwiha mêdyayên sûrî çarşemê şevê ragihandin ku komên têrorîst bi navbeynkarî û garantorîya Ûrsêtê razî bûn ku ji hemî deverên parêzgeha Quneyterê li başûra rojavaya Sûrîyê derkevin.

Biryar e ku artêşa Sûrîyê derbasî wan deverana bibe û kesên bixwazin li wir bimînin dê rewşa wan bê kivşkirin û asayîkirinê û kesên naxwazin vê yekê bikin dê bo Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê bên veguhestinê.

Komên têrorîst ên ser bi Tehrîr ul Şamê li derdora Quneyterê bi cih bibûn û Rêjîma Sîyonîst piştgirîya locêstîk û lêzanînan dida wan.

Parêzgeha Quneyterê li başûra rojavaya Sûrîyê ji ber ku pişkeke bilindahîyên Golanê û bi dû wê xeta rasterast a rûbirûbûna digel artêşa Rêjîma Sîyonîst bûye, yek ji parêzgehên herî girîng ên Sûrîyê ye.

Başa dön tuşu