EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Yeketiya Ereban biryara Alman li hemberî bereya boykota Rejîma Siyonîstî neqanûnî daye zanî

Yeketiya Ereban îro duşemê biryara Alman ya girtina pîşiya xebata bereya boykota Rejîma Siyonîstî neqanûnî daye zanî û ragihand ku ev biryara dijî qayde û qirarên navnetewî ye û pêwîste Alman vê biryarê îbtal bike.

Seyîd Ebûelî alîkarê sekretirê giştî yê Yeketiya Ereb li karûbarê Filistînê û erdên dagîrbûyiye filistîniyan mixabiniya xwe li hemberî vê biryara Alman daye diyarkirin û ragihand : Pêwîste Alman vê biryarê îbtal bike.

Seyîd Ebûelî destnîşan kir: Ev biryara Alman ku pîşiya xebata bereya boykota Îsrayîl girtiye dijî qayde û qirarên navnetewî, biryarnameyên Yeketiya Ewrûpa û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ye û dewama vê siyaseta Alman dibe sebeb dagîrkerî û bajarokçêkirina rejîma Siyonîstî li erdên filistîniyan şikl û şemalekî qanûnî bi xwe bigre.

Bereya ser nave BDS yan bereya cîhanî ya boykota Îsrayîl piştevaniya gelê Filistînê dike û ji kompanî, zanîngeh û navendên tecarî yên cîhanê dixwaze Rejîma Siyonîstî boykot bikin.

Başa dön tuşu