ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xameneyî: Bila hin welatên herêmê bizanin ku heke derkevin pêşberî Komara Islamî ya Îranê, bê guman dê derbê bixwin û tûşî işkestê bibin

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xaminêyî pêgirî kir: Ewê ku divê ji navça rojavaya Asyayê derkeve, Amerîka ye ne Komara Islamî ya Îranê û çawan ku min çend salan berî niha jî got, serdema “lêxe û bireve“, kuta bûye.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xaminêyî vê sibê bereberê roja Kar û Karkeran li hevdîtina digel bi hezaran kes ji karker û pêşesazan herwiha got: Kendava Farsê û rojavaya Asyayê mala me ye lê, hûn ên bîyanî bi dû armancên xwe yên rezîl û pîs û birêxistina fitnê ne.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xaminêyî bal kişand ser bêewlehîtî, şer û pevçûnên ji ber hebûna amerîkîyan li navça rojavaya Asyayê û pêgirî kir: Ji ber vê yekê divê amerîkîyan tu şûnek li vê navçê tinebin û ew ji navça rojavaya Asyayê derkevin.

Wî “handana hin dewletên kêmzan ên navçê û birêxistina nakokî û pevçûnê li navça Rojhilata Navînê“ yek ji şêwazên Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî pergala azadîxwaz û serbixwe ya Komara Islamî ya Îranê da zanîn û got: Amerîkî hewil didin bi pîjkirin û handana siûdîyan û hin welatên navçê, wan derxin pêşberî Komara Islamî ya Îranê lê, heke aqilê wan hebe nabe bi destê Amerîkayê werin xapandinê.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xaminêyî pêgirî kir ku amerîkî naxwazin berdêla sekinîna li hemberî Nizama Komara Islamî û qelê bihêz ê Îranê bidin û hewil didin wê berdêlê bixin ser milê hin dewletên herêmê û got: Bila hin welatên herêmê bizanin ku heke derkevin pêşberî Komara Islamî ya Îranê, bê guman dê derbê bixwin û tûşî işkestê bibin.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xaminêyî herwiha “şerê aborîyê“ wek plana sereke ya niha ji bo sekinîna li hemberî Komara Islamî ya Îranê da zanîn û pêgirî kir ku piştgirîya ji kel û pelên îranî û piştkutana li şîyan û imkanên navxweyî bêyî ku çavê xwe bikutin bîyanîyan, tenha rêya sekinîna li hemberî vî şerî ye.

Başa dön tuşu