BehreynLubnanNûçeRojhilatanavin

Yeketiya zanayên berxwedanê: Li beranberî sêdaredana ciwanên behrêynî kes nikare bêdeng bimîne

Sekretirê giştî yê yeketiya cîhanî ya zanayên berxwedanê bilî mehkûmkirina sêdaredana sê xurtên behrêynî bi destê Rejîma Alê Xelîfe got: Îdamkirina van xurtên behrêynî cinayeteke ku mirov nikare li hemberî vê cinayetê bê deng be.

Şêx Mahêr Hemûd sekretirê giştî yê yeketiya cîhanî ya zanayên berxwedanê li gotûbêja xwe ya îro duşemê tev ajansa Mename Postê bilî mehkûmkirina sêdaredana sê xurtên behrêynî bi destê Rejîma Alê Xelîfe îdamkirina van xurtên behrêynî bi menaya destpê bûna kêşeya bi xeter bo hakimên Xelîfe ye û pêwîste dewama siyasetên wiha bi xeter dê rewşa Behrêynê aloztir bike.

Sekretirê giştî yê yeketiya cîhanî ya zanayên berxwedanê bal kişande ser viya ku xwestekên xelkê Behrêynê ji hakimên Alê Xelîfe, bi edlayî û berheqin destnîşan kir; Xelkê Behrêynê hertim ji bo xwestekên xwe meşên aşitîxwazane dê birê xwînin û pêwîste ku Rejîma Alê Xelîfe derheq xelkê cinayetan neke.

Şêx Mahêr Hemûd ji hemû xelkê cîhanê xwest ku van cure cinayetên Alê Xelîfe mehkûm bikin.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an va bûye qada nerazîtiyên gelanî li dijî Rêjîma Alê Xelîfeyê. Gelê Behrêynê azadî, pêkanîna dad û edaletê û rakirina cihêkariyê li welatê xwe dixwazin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu