Karbidestên partiya Yekgirtûya Islamî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku ev partiya jî ji nav hikûmeta vê herêmê derketin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Karbidestên partiya Yekgirtûya îslamî ya Herêma Kurdistana Iraqê li Press konferansa xwe ya îro çarşemê ragihandin ku ev partiya di nav hikûmeta vê herêmê da namîne û îdî kutahî daye vê hevalbendiya xwe tev partiyên hakim li vê herêmê.
Pêştir jî partiyên Goran û Komela îslamî jî ji nav hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê derketibûn.
Van partiya hevalbendiyekî nû bona pişkdariya li hilbijartina parlemanî ya Iraqê ragihandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)