Yekim civîna ewlehiyê ya Têhranê li Hola Civîna Serokan
Yekim civîna ewlehiyê ya Têhranê ser mijara “ Rêkûpêkiya Ewlehiya Navçeyî li Rojava Asiyayê“ li Hola Civîna Serokan hat lidarxistin.
Yekim civîna ewlhiyê ya Têhranê ser mijara “ Rêkûpêkiya Ewlehiya Navçeyî li Rojava Asiyayê“ roja yekşemiyê bi beşdariya serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, sekreterê Konseya bilind ewlehiya neteweyî, Elî Şemxanî û hejmarek ji ramanwer û pisporan li Hola Civîna Serokan li Têhranê hat lidarxistin .
Larîcanî li axiftinekê hizûra eskerî ya welatên rojavayê bingeha sereke ya terorîzmê li navçê da zanîn û got ku Îran li şerê li hember DAIŞ`ê piştgiriya Iarq û Sûriyê dike û diyar kir kesên ku dixwezin navbera şîe û suneyan bêtifaqiyê çêbikin tu baweriya xwe bi Îslama rastîn ra tine ne.
Serokê meclisa Îranê her wiha destnîşan kir: Îran hertim ji gotûbêja li gorî fêrkariyên Îslamê berevaniyê dike.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê jî li axiftina xwe li vê civînê got ku rêkûpêkiya cîhanî bêyî rêkûpêkiya navçeyî li rojava Asiyayê ne mumkin e û destnîşan kir êdî welatên rojavayî niha navenda alûgurên nû yên cîhanê nînin û alûgurên niha li rojava Asiyayê pergal û rêkûpêkiya pêşeroja cîhanê pêk tînin.
Serdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê jî li axiftina xwe bal kişand ser rewşa civaka cîhanî û peydabûna du tevgerên li dijî hev li cîhanê û got: Em niha şehedê peydabûna du tevgerên newekhev û dijhev li cîhanê ne; Ji aliyekê ve hêz û desthilatên di pileya dudiyan li dû pêkanîna hin hevalbendiyan in ku bikaribin li ber sîstima serdestîxwaz bisekinin. Ji hêla dinê va jî Emerîka hewl dide nehêle tu hevalbendiye li dijî wê were avakirin. Wî li bara dûhatên sepandina şêr li dijî welatê me li navçê jî got: Welatê ku şêr destpê dike bêguman şêr bi dawî nayne û bêguman ew welat dê bixwe tûşî şikestê were (BANGÊ ÎSLÂMİ).