İslami Davet Kurdi Bange İslami

Yekim civîna ewlehiyê ya Têhranê li Hola Civîna Serokan

Yekim civîna ewlehiyê ya Têhranê ser mijara “ Rêkûpêkiya Ewlehiya Navçeyî li Rojava Asiyayê“ li Hola Civîna Serokan hat lidarxistin.

Yekim civîna ewlhiyê ya Têhranê ser mijara “ Rêkûpêkiya Ewlehiya Navçeyî li Rojava Asiyayê“ roja yekşemiyê bi beşdariya  serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, sekreterê Konseya  bilind  ewlehiya neteweyî, Elî Şemxanî û hejmarek ji ramanwer û pisporan li Hola Civîna Serokan  li Têhranê hat lidarxistin .

Larîcanî li axiftinekê hizûra eskerî ya welatên rojavayê bingeha  sereke  ya terorîzmê li navçê da zanîn û got ku Îran  li şerê li hember DAIŞ`ê piştgiriya Iarq û Sûriyê dike û diyar kir kesên ku dixwezin navbera şîe û suneyan  bêtifaqiyê çêbikin tu baweriya xwe bi Îslama rastîn ra tine ne.

Serokê meclisa Îranê her wiha  destnîşan kir: Îran hertim ji gotûbêja li gorî fêrkariyên Îslamê berevaniyê dike.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê jî li axiftina xwe li vê civînê got ku rêkûpêkiya cîhanî bêyî rêkûpêkiya  navçeyî li rojava Asiyayê ne mumkin e û  destnîşan kir êdî welatên rojavayî niha navenda alûgurên nû yên cîhanê nînin û  alûgurên  niha  li rojava  Asiyayê pergal û rêkûpêkiya  pêşeroja  cîhanê pêk tînin.

Serdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê jî li axiftina  xwe bal kişand ser rewşa civaka cîhanî û peydabûna du tevgerên li dijî hev li cîhanê û got: Em niha  şehedê peydabûna  du tevgerên  newekhev û dijhev li cîhanê ne; Ji aliyekê ve hêz û desthilatên di pileya dudiyan li dû pêkanîna hin hevalbendiyan in ku bikaribin li ber  sîstima serdestîxwaz bisekinin. Ji hêla dinê va jî Emerîka hewl dide nehêle tu hevalbendiye li dijî wê were avakirin. Wî li bara dûhatên sepandina şêr li dijî welatê me li navçê jî got: Welatê ku şêr  destpê dike bêguman şêr bi dawî nayne û  bêguman ew welat dê bixwe tûşî şikestê were (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version