ÎranNûçeRojhilatanavin

Kutahiya krîza Sûriyê maye ser qutkirina alîkariyan ji bo terorîstan ji aliyê welatên biyanî ye

Baylozê Îranê li Îngilîzê êvara duh pêncşemê got: Siyaseta sereke ya Îranê li bara Sûriyê misogerkirina parastina kesên sivîl û qutkirina her cure piştevaniyeke abûrî û eskerî bo terorîstan e.

Hemîd Beyîdînijad baylozê Îranê li Îngilîzê li  bara  civîna xwe ya hevpar tev baylozê Rûsiyayê li Îngilîzê û wezîrê karên derve yê Îngilîzê li bara Sûriyê got: Me li vê hevdîtinê gote Canson ku krîza Sûriyê li van çend rojana destpê nebûye belkî pênc sal in ku grûpên terorîstî bi palpiştiya rojava û piştevanên navçeyî ji terorîstan bûye sebeb ku gelek ji xelkê sivîle Sûriyê bibin gorî û bi hezaran kes jî aware bin ku ev cure siyasetana ne mentiqî û neberaqilin.

Wî destnîşan kir; Me gote wezîrê karên derve yê Ingilîzê mesela ku bûye sebeb kirîza nav Sûriyê dirêj bibe û karesata mirovî li wî welatî biqewime alîkarî û piştevaniya abûrî û eskerî ya welatên biyanî ji terorîstan bûye ku pêwîst e ev alîkariyane bêne qutkirin.

Îngilîz ji van welatan bûye ku li van salana piştevaniya terorîstan li nav axa Sûriyê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu