Yekim gemiya pêşketî ya rêwîhilgir û geştayriyê ya Îranê bi zûrûfa guhestina 220 lêniştiyan bi beşdariya Sûrêna Setarî alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û Xulamhuseyn Muzeferî rêveberê navça azad a Kîşê başûrê Îranê hat avêtin nav avê.
Li gorî rapora roja yekşemiyê navê vê gemiyê, Tarman Top Tours e û gemiya herî pêşketî û herî mezin a rêwîhilgirê ê Îranê tê hesabê.
Gemiya rêwîhilgir a Tarman Top Tours ku tesdîqa navneteweyî heye xêncî hilgirtina rêwiyan dikare heya 80 ton bar û 10 trimbêlan veguhezîne û ji riya du deriyan bar hilgirê û barê xwe vala bike.
Lezgînî, hêza deryavaniyê di hewayên curbicur heta hereketa li pêlên bilind ên 4 mêtrî ji taybetmendiyên gemiya tamtorsê ne.
Behrewergirtina ji gemiya rêwîhilgir a tap torsê duwem plana geştyariya deryayî ye ku li çar rojên buhurî li girava Kîşê cih hatiye.
Li yekim plana roja pêncşemiyê 21 Adarê yekim xwarngeha deryayî û jêrderyayî ya Îran û Rojhilata Navîn xebata xwe destpê kir.