IraqNûçeRojhilatanavin

Yekîneyên artêşa Iraqê bi girêdana rêya sereke ya herî dawîyê ya rojavaya Mûsilê, kontrola derîyê bakûra rojavaya vî şarî xistin bin kontrola xwe

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê û ji zarê fermandeyekî iraqî, beşa nehem a zêrêhî ya artêşa vî welatî giheştîye yek kîlomêtrîya derwaza bakûra rojavaya Mûsilê ku ser navê Derwza Sûrîyê tê naskirinê.

Ev cadeya şarê Mûsilê bi şarê Teleferê va ku li 60 kîlomêtrîya rojavaya Mûsilê û di bin lepên têrorîstên DAIş`ê da ye va girêdide.

Ev cadeya piştî Teleferê digihêje tixûbê Sûrîyê.

Ji hêla din ve li veşartgeheke berê ya koma têroîst a DAIŞ`ê li Mûsilê, hin wesîyetname û nameyên zarokên intiharî hatine peydakirinê ku berî opêrasyona xwekujîyê jibo malbatên xwe nivîsîne û ber û layeke din a sûdwergirtina narewa ya têrorîstan ji zarokan aşkira dike.

Li gorî rapora NY zarokên ku tevlî DAIŞ`ê tên kirinê, bilî derbaskirina dewreyên curbicur ên perwerdeyê, li gorî planeke tam hizrên wan tên guhertin ta ku nifşa duyem a têrorîstan pêk bînin.

Desteyeke din ew zarok û tezelaw in ku bi dirêf an propaganda jirêderxistinê tevlî DAIŞ`ê dibin û qata sêyem jî ew zarokana ne ku bavên tundrev ên wan bûne sedem ku ew tevlî DAIŞ`ê dibin.

Li gorî rapora UNICEF`ê, bi hezaran zarok li Iraqê hatine revandinê û piştî demekê bi neçarî û zorê li rex têrorîstên DAIş`ê derbasî şêrr bûne. Generalekî amerîkî jî tevî piştrastkirina vê nûçeyê pêkutî kir ku DAIŞ zarokan û heta mirovên nivîşkan sîyarî kamyonên bombekirî dike ta ku xwe di nava hêzên iraqî da biteqînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu