FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Yekitiya cîhana Îslamê derbeya giran li Rejîma Siyonîste

Li gor rapora IRIB News’ê, Ayetullah Muhsên Erakî Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya lihev nîzikkirina mezhebên islamî li gotinên xwe yên duh sêşemê li bara roja cîhanî ya Qudsê got: Eger xeyaneta birek ji hakim û serokên erebe navçê û hevkariya wan tev welatên koloniyalîst nebûya , qet Rejîma Siyonîstî pêk nedihat.

Ayetullah Muhsên Erakî li bara wehdet û hevgirtina welatên islamî bona sekinîna li hemberî Rejîma Siyonîstî û meşa roja cîhanî ya Qudsê jî got: Bê şik hegera sereke ya pûçbûna pîlan û nexşeyên dijminan wehdeta cîhana islamê ye.

Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya lihev nîzikkirina mezhebên islamî bal kişande ser viya ku roja îro yek ji şerên herî girîngdijî Rejîma Siyonîstî şerê pîskolojîke destnîşan kir; Wehdet û hevgirtina cîhana islamê dê derbeya giran li Rejîma Siyonîstî xwîne û û ji nezera pîskolojîk jî bi tamî vî rejîmî jinav dibe.

Ayetaullah Erakî bal kişande ser viya ku hema niha jî xîm û binyata Rejîma Siyonîstî siste û li halê hilweşiyanê ye got: Roja îro Rejîma dagîrkere siyonîstî bi palpiştiya welatên hêzxurt û birek ji welatên navçê bi curekî berwext li ser pê ye.

Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya lihev nîzikkirina mezhebên îslamî bal kişande ser viya ku mesela Filistînê roja îro dikare bibe hevgirtina hemû misilmanên cîhanê got: Rejîma siyonîstî ku axa Filistînê dagîr kiriye rejîmeke ku neyarê hemû misilmanan û cîhana islamê ye û şîe û suniyan dikuje loma pêwîste ku hemû misilman bona jinav birina vî rejîmî bixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu