
Serokê komîsyona Yekitiya Efrîqayê, darbeya eskerî ya bê encam li Gabonê şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mûsa Fekî, serokê komîsyona Yekitiya Efrîqayê îro duşemiyê li Twîtera xwe de nivîsî: Yekitiya Efrîqayê dijberê her cure guherînên li dervey ji çarçoveya qanûna bingehîn a welatan e.
Dewleta Gabonê raghand klu aramî vegeryaye welêt û çar kes ji pênc eskerên ku êriş kiribûn avahiya radyo netewiyê, hatin destserkirin û kesek jî reviye.
Hejmarek ji eskerên Gabonê siba roja duşemiyê kontrola radyo neteweyiya vî welatî girtiye destê xwe û ragahndin ku dê bi zûtirkê hin konseyan bona rêveberiya vî welatî pêk tînin.
Elî Bongo serokkomarê Gabonê, cotmeha 2018`an bona beşdariya li konferanseke aborî çû Erebistanê û pişt re wenda bû.
Dewleta Mexribê, vê dawiyê bi weşandina raporekê îdia kiribû serokkomarê Gabonê bo dermana nexweşiya xwe li vî welatî( Mexribê ) de ye.