ÎranNûçeRojhilatanavin

Mesela penaberan mehneya nû ya Tirkiyê bona helahelaya dijî Îranê

Tirkiye hema wisa bi tawanbarkirina welatên cîhanê û welatên cînar dixebite siyasetên xwe yên destwerdanê li bara welatên cînar pîne bike.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên deve ya Îranê tevî redkirina gotinên nedirust û bêçine yên serokomarê Tirkiyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê li Istenbolê, got: Gotinên bêbingeh û kêşesaz û wekî destwerdanê yên rayedarên Tirkiyê li bara cînarên wan hema wisa didomin û ewna hewil didin ku bi tawanbarkirina kesên din û dubarekirina îdiayên xwe yên nediyar û xeyalî, siyasetên xwe yên destwerdanê û berfirexwaziya xwe li bara cînarên xwe pîne bikin.

Behram Qasimî di dewamê da bal kişande ser gotinên bêçine û neberaqil ên cîgirê serokwezîrê Tirkiyê li bara di rê da bûna pêleke teze ya sê miliyon kesî ya koçberên ku ji welatên din li Îranê ne, ber bi Tirkiyê va û piştra Ewropayê û tevî redkirina vê îdiaya ecêb, got: Îran eva zêde ji 30 salan e ku mêvandariya bi miliyonan koçberên welatên cînar dike û Tikriye divê ji Îranê fêr bibe ku çawa bi qasî zêde ji 30 salan bi miliyonan koçber li axa xwe xwedan kirine û tu carî ev mijara însanî û mirovdostane ji bo mebest û armancên taybet û plandarêştî yên siyasî li dijî tu welatekî bi kar neaniye.

Karbidestên Tirkiyê bona ku pêşiya çûna penaberan ji nav vî welatî ber bi welatên ewrûpî bigrin, heta niha gellek serpişkî ji van welatan girtine û soz daye ku pêşiya çûna penaberan bo nav welatên ewrûpî bigire lê niha ku alozî di peywendiyên Enqerê û van welatên ewrûpî çêbûye, karbidestên Tirkiyê carek din dixebitin navê penaberan bona zextûzora ser welatên ewrûpî bi kar bînin.

Niha ku hinek ji welatên ewrûpî rê nedane ku karbidestên Tirkiyê bona hevrêkirina tirkên ku li ewrûpa dijîn, tev siyasetên xwe yên li bara giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn herin van welatan û mîtîngan birê xînin û bi curekê di navbera Tirkiyê û van welatên ewrûpî da alozî çêbûye;  Tirkiyê carek din biryar daye mesela penaberan bona zextûzora ser  welatên ewrûpî bi kar bîne û bona pêşbirina armancên xwe dest bi siyasetên nementiqî û neberaqil kiriye.

Helbet vê şer û pevçûna devojenî di navbera Tirkiyê û welatên ewrûpî li bara penaberan babeteke xwe ya din jî heye.

Van rojana gelek ji xelkê Tirkiyê ji ber zextûzora ku li ser wan e dixwazin ku ji vî welatî derkevin û li welatekî ewrûpî bibin penaber.

Govara Almanî ya Der Tagesspiegel`ê ragihandiye ku sala par 5742 welatiyên Tirkiyê çûne baylozxana Almanê li Enqerê û daxwaza penaberiyê kirine.

Navenda xizmetgihandina Yûnanê jî ragihandiye ku ji Tîrmeha sala 2016`an va  heta Sibata 2017`an 236 welatiyên Tirkiyê daxwaza penaberiya bo Yûnan kirine.

Helbet van cure siyasetên neberaqil ji aliyê karbidestên Tirkiyê ku hertim hinek ji welatên cîhanê û navçê tawanbar dikin hegerên din jî hene, ku işkesta opêrasiyona Mertala Feratê ya artêşa Tirkiyê li nav axa Sûriyê û işkesta siyasetên destwerdanê yên Enqerê li nav karûbarên welatên wekî Iraq û Sûriyê jî bûye sebeb ku Tirkiyê dest bavêje tawanbarkirina welatan.

Karbidestên Tirkiyê li halekî bona tirsandina welatên ewrûpî û wergirtina serpişkiyan ji wan îdiayê dikin ku pêleke nû ji penaberan dê ji aliyê Îranê ber bi Ewrûpayê va birê keve ku berpirsên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên penaberan bi caran ragihandine ku Îran li gorî nirxên mirovî û îslamî bi salan e ku mêvandariya bi milyonan penaberan dike.

Terseyî Tirkiyê, niha ku Zêde ji 3 milyon penaber li Îranê dijîn, Têhranê qet tu serpişkiyek ji tu welatekî wernegirtiye, belkî bona alîkarîgihandina bo penaberan ji dil û can qebûl kiriye.

Penaberên ku li Îranê dijîn wekî gellek ji welatên ewrûpî ku ji bo penaberan berbend hatine çêkirin jiyana xwe derbas nakin û di kempan da najîn belkî azadane dixebitin, şolên xwe dikin û ji îmkanên wekî welatiyên îranî behreyê werdigirin.

Pêwîst e îşareyî vê meselê jî bê kirin ku destwerdana welatên wekî Tirkiyê li nav karûbarên welatên wekî Sûriye û Iraqê û piştevaniya welatên wekî Tirkiyê û hinek ji welatên ewrûpî ji terorîstan bûye sebeb ku rewşa van welatan aloz bibe û gellek ji xelkê aware bin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu