NûçeCîhanEfrîqa

Yekîtiya Ewropayê 500 milyon euro dide Fasê ji bo têkoşîna li dijî “koçberiya neqanûnî”

Rojnameya El Pais a Spanyayê ragihand ku “Yekitiya Ewropayê dê herî kêm 500 mîlyon Euro ji bo alîkariya Fasê li dijî koçberiya neqanûnî bide.”

Ev pakêta darayî heyama ji 2021 heta 2027 vedihewîne, û ji pakêta berê 343 mîlyon Euro mezintir e.

Li gorî rojnameyê, “zêdebûna piştevaniyê, girîngiya mezinbûna Rabatê wekî hevparê ne tenê Spanya û Fransa, lê ya tevahiya Yekîtiya Ewropayê nîşan dide.” Drav ji bo parastina penaberên li Fasê dijîn, ji bo dersînorkirina koçberên qaçax ji Yekîtiya Ewropayê û ji bo hevkarîkirina qanûn û têkoşîna li dijî sûcên organîze ye.

Başa dön tuşu