EwropaLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Yekîtiya Ewropayê hakimiyeta Rêjîma Siyonîst li ser Golanê bi fermî nas nake

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Sêşemiyê careke din pêgirî kir ku ev yekîtî hakimiyeta Rêjîma Siyonîst ser bilindahiyên Golana dagirbûyî ya Sûriyê bi fermî nas nake.

Li gorî rapora IRNAyê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê got: Helwêsta Yekîtiya Ewropayê derbarê Bilindahiyên Golanê bneguheriye û dê neguhere jî.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê kiryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina hakimiyeta Israîlê li ser Bilindahiyên Golana Sûriyê wek binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi taybet biryarnameyên 242 (1967) û 497 (1981) da zanîn û got: Golan li gorî qanûnên navneteweyî û biryarnameyên NY ya Sûriyê ye.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê pêştir jî pêgirî kiribû ku Yekîtiya Ewropayê dê tu wextî hakimiyeta Rêjîma Siyonîst lis er Golana dagirbûyî bi fermî nas neke.

Başa dön tuşu