Yeksaliya cihanîna rêketinnama navokî û bêsoziyên Emerîkayê
Mideha 12 mehên buhurî da em şehedê bêsozî û sistiyên Emerîkayê û hin welatan li bara cihanîan rêketinnama navokî bûne û dijmiantiya wan rojbirojê zêdetir dibe.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên hiûqî û navneteweyî û serokê îranî yê komîteya cihanîna rêketinnama navokî li yekim salvegera cihanîan rêketinnama navokî li civîna rojnamevaniyê li Têhranê bal kişand ser vê yekê û got :Emerîkî û ewrûpiyan di sala buhurî da hindî karîn ser riya cihanîna rêketinnam anavokî pirsgirêk û berbend çêkirin lê Îranê li hember wan mudaxilana sekinî û hewl da pirsgirêkan çareser bike.
Hevhatina navokî du mijarên berfireh digre ber xwe. Mijara ewilî, seqamgîrkirina mafên navokî yên Îranê weke mafekî rewa ye. Mijara dudiyan bandorên cihanîna rêketinnama navokî li çarçêva rakirina boykotan û tawanên Îranê li xebatên navokî ye ku ji behs û nîqaşên herî dirêj li muzakirên rêketinnama navokî tê hesabê.
Îdiayên hilêxistî li bara hitmala xebata eskerî têkildarê rêketinnama navokî(PMD) tam hatiye çareserkirin.
Ji hêla teknîkî û dewama xebata navokî jî, niha vê gavê Îranê mafê zengînkirina uranyomê heye lê asta zengînkirinê jibo dewreyeke diyarî sedî 3.5 û her wiha asta berhemên zengînkirî jî kêm kiriye. Herçend ku li dereqa sala derbasbûyî eniyên ku li çend salên buhurî bi heceta bernama navokî pêk hatibûn, hilweşyan û boykot têk işkestine lê hîn hin mesele hene ku ser riya rêketinnama navokî berbendan çê dikin.
Emerîkayê boykotên li dijî îranî yên têkildarê bernama navokî ya îranê rawestandiye lê boykotên din bi mehneya hêza mûşekî an îdiaya binpêkirina mafên mirovan û tawanbarkirina Îranê bi piştgiriya ji terorîzmê domandiye. Cirîmên wezareta Xizînedariya Emerîkayê jî li dijî bandên navneteweyî ku bi Îranê re danûsatndinên diravî hene jî hema didomin. Destpêka Kanûna buhurî, kongira Emerîkayê qanûna boykotên xwe li dijî Îranê, ISA`yê heya 10 salên din jî domand. Dirjkirina van boykotan her weke binpêkirina hevhatina navokî ye .
Ev liv û tevegr pişka Îranê ji rêketinnama navokî dixe ber şik û gumanan. Jibo piştrastkirina vê meselê, Iraqçî destnîşan kir hîn hin berbendê hene û ji wan li warê bankî hîn pirsgirêk bi tûn çareser nebûne. Loma mesela Îranê, xwesta li çarçêva hevhatineke navneteweyî ye ji ber ku Emerîkayê ser riya rêketinnama navokî pirsgirêk çê kiriye. Li rêketinnama navokî hatiye destnîşankirin hemî aliyên rêketinnama navokî berpirsiyar dibin rê li ber hevkariyên aborî yên Îranê û xebitandina sermayê li warên curbicur bitaybet nift û gazê negrin.
Rêketinnama navokî berpirsiyariyeke navneteweyî û hevhatineke çendalî ye. Her wek Iraqçî jî destnîşan kir:Îran li bara hevtainnama navokî cardinê muzakirê nake jiber ku pêsipartên xwe cih aniye.
Reftara Emerîkayê û karnama yeksalî ya rêketinnama navokî nîşan dide dijminatiya Emerîkayê bi Îranê re vedigere ser dijberiyên Emerîkayê bi bingeha nizama Komara Îslamî ya îranê û madam Îran ser prensîp û helwestên xwe yên berheq û rewa bisekine, dê ev dijmiantî jî bi mehneyên curbicur bidomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)