NûçeRojhilatanavinYemen

YEMEN- Dewama êrîşên firokeyên şêrr ên siûdiyan li ser Yemenê

Tevî dewama gotûbêjên aştiyê li Kuwêytê, rêjîma Alê Siûd hema wisa êrîşên xwe yên hovane li ser cî û deverên cûrbicûr ên Yemenê didomîne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, firokeyên şêrr ên Erebistana Siûdiyê êvara îniyê, 17`ê Hezîrana 2016`an, navçeya Zerqeya parêzgeha Cufê li bakûrê Yemenê dane ber êrîşan ku ji ber van êrîşan ziyanên berfireh li zeviyên yemeniyan ketin.

Ji aliyê din va, ji ber şer û pevçûnên navbera artêş û hêzên gelanî yên Yemenê û têrorîst û kirêgirtiyên siûdî li navçeyên Mezûye û Cebel Amê li parêzgeha Cufa Yemenê hejmarek ji kirêgirtîyên siûdî hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu