NûçeRojhilatanavinYemen

Yemen hema wisa li ber bombeyên xuşikî yên Erebistanê ye

Balafirên cengî yên Siûdî, her wekî berê bi saya bikaranîna çekên qedexe yên wekî bombeyên xuşikî, Yemenê ku welatê hejar ê erebî ye, didin ber gulleyan.

Li gorî  rapora Press TV`yê, balafirên Siûdî ji bilî berfirehkirina êrişên xwe ser navçeyên curbicur ên Yemenê, roja duşemiyê bi bombeyên xuşikî navçeya Herezê li parêzgeha Hecê li bakûrê rojavaya vî welatî dan ber bombeyan.

Eva di rewşekê da ye ku Saziya Mafên Mirovan, roja duşemiyê Erebistan bi sûcê bikaranîna bombeyên xuşikî li kuştina xelkê Yemenê tawanbar kir û ragihand Riyazê, şeşê meha Kanûna 2016`an, hin navçeyên bajarê Seideya Yemenê dane ber bombeyên xuşikî.

Hêzên yemenî jî li bersiva li hember cinayetên destdirêjkerên siûdî, bi êrişa ser navçeya Nehema parêzgeha Senayê, herîkêm 15 kes ji kirêgirtiyên siûdî kuştin.

Ev êrişa rojekê piştî wê qewimî ku bi dehan kirêgirtiyên siûdî û ji wan pênc kes ji qumandeyên wan, di encama pevçûna bi hêzên yemenî de hatin kuştin.

Tifingdarên yemenî jî leşkerekî siûdî li pêgeheka leşkerî ya Necrana Erebistanê kuştin.

Hêzên yemenî herwiha bi avêtina mûşeka Katyûşayê, êriş birin ser pêgeheka leşkerî ya siûdî li Cîzanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu