NûçeRojhilatanavinYemen

Yemen: Washîngton li dû pêkanîna kêşeyê li navçê ye

Berdevkê Tevgera Ensarulah a Yemenê, gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê yên li ser Yemenê dewama siyaseta pêkanîna kêşeyê li navçê wesif kir.

Mike Pompeo (Mayk Pompêo), wezîrê karên derve yê Amerîkayê, duh çarşemiyê li daxuyaniyekê îdia kir: Erebistana Siûdî û Imarat, hin karan ji bo kêmkirina xetera derbeya li welatiyan û binavahiyên sivîl li Yemenê cih tînin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê ji zarê kanala nûçeyan a El Mesîrê, Mihemed Ebdulselam, berdevkê Tevgera Ensarulah a Yemenê, li rûpela xwe ya li Twitter`ê nivîsî: Gotinên Mayk Pompêo yên li ser Yemenê, wek berevaniya ji hovîtiya welatên êrişker û binpêkerê rapora karzanên Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) ye.

Ebdulselam, herwiha got: Gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê, binpêkirina qanûnên NY ji aliyê Waşîngtonê va îsbat dike.

Gotinên rayedarê amerîkî yên bona berevaniya ji cinayetên hevalbendiya êrişker a Siûdî ser Yemenê, li halekê ne ku êrişên vê hevalbendiyê ya bi serokatiya Erebistan û Imaratê ji Adara sala 2015`an ve heya niha bûne sedema mirina zêde ji 14 hezar yemeniyan û birîndarbûna bi dehan hezar kesî û awarebûna bi mîlyonan yemeniyan.

Başa dön tuşu