ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Yemeniyan 2 mûşekên Zelzal-1 li Necrana Erebistanê xistin

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê şeva borî bi 2 mûşekên balestîk ên Zelzal-1 li çola El-Bei ya Necranê li başûra Erebistanê çeper û pêgehên hêzên Siûdî kirin hedef.

IRIB Newsê, ragihand ku Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li bersiva cinnayetên siûdiyan û binpêkirina agirbesê ji aliyê wan ve li bendera Hudeydê, 2 mûşekên Zelzal-1 li pêgehên hêzên Rejîma Siûdî yênli başûra Erebistanê xistin ku hîn ti raporek ser kuştî û birîndarên vê êrişê û xisarên ji ber wê belav nebûye.

Agirbesa ku di navbera taxima şandî ya ji Senayê (Hêzên gelanî) û taxima Riyazê de li Swêdê pêk hat, ji sibeha sêşemî 18`ê Kanûnê ve li bajarê Hudeydê destpê bûye lê hevalbendiya Siûdî hertim wê  agirbesê binpê dike.

Bendera Hudeyde rêya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostiyê bo xelkê Yemenê ye ku ketine ber êrişên dirindane yên Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Rejîma Siûdî  ku Amerîka û hin welatên ewropî jî piştgiriyê didin vê hevpeymaniyê.

Başa dön tuşu