ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Mûsewiyan: Erebistana Seûdî piştevanê munafiqîn û DAIŞ`e

Dîplomatekî berê yê Komara îslamî ya Îranê got: Piştevaniya eşkera ya vê dûmahîkê ye Erebistanê ji grûpa terorîstî ya Munafiqîn nîşan da ku Riyaz hertim piştevanê grûpên terorîstî û fanatîk li cîhanê ye.

Li gor rapora ISNA`yê, Husên Mûseviyan Dîplomatê berê yê Îranê li gotarek xwe ku li rojnama The Huffington Post a Amerîka belav bûye nivîsiye; Civata cîhanî bona kokbir kirina terorîzmê li cîhanê xebatekî hemû layî û hemû alî û bêyî tu ferq û tefûtek dijî terorîstan cih bîne.

Mûseviyan bal kişande ser êrişa terorîstî ya DAIŞ`ê ser bajarê Nîsa Firansayê û destnîşan kir; Her çend ji nezera rû-wekî tu peywendiyek di navbera grûpên terorîstî yên Munafiqîn û DAIŞ`ê va tune lê babeta hevpare van grûpan evaye ku Erebistan ji van grûpên terorîstî piştevaniyê dike.

Mûseviyan destnîşan kir; Turkî Fêysel serokê berê yê saziya istixbaratî ya Erebistanê pişkdariya civîna vê dûmahîkê yê grûpa terorîstî ya Munafiqîn kir û heta li vê civînê axivî û pesna vê grûpa terorîstî da ku eva nîşan dide Erebistanê her cure şansekî hêtimalî li bara başbûna peywendiya tev Îranê jinav bir.

Dîplomatê berê yê Îranê destnîşan kir; Kiryarên terorîstî yên DAIŞ`ê li Nîsa Firansayê û teyîda terorîstên Munafiqîn babetekî hevpar heye û ew jî evaye ku Riyaz piştevaniya her du grûpên terorîstî dike.

Mûseviyan ragihand; bona civata cîhanî derketiye ku Erebistan piştevanê grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ, El-Qaide, Cibhetul-Nusreh û Munafiqîne û sercem hemû pê hesiyane ku Erebistan ji reftarên fanatîk li cîhanê piştevaniyê dike.

Dîplomatê berê yê Îranê destnîşan kir; Grûpên terorîstî û piştevanên wan wekî hevin û pêwîste welatên cîhanê li hemberî wan bisekinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu