CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Yokiya Amano îstifa dike

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ji ber kêşeya saxlemiyê beriya dema qirarkirî ji posta xwe îstifayê dike.

 Malpera nûçan a Blombergê ji zarê dîplomatên  Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê nivîsî, Yokiya Amano rêveberê giştî yê vê rêxistinê heya beriya meha Adarê ji ber kêşeya saxlemiyê ji posta xwe îstifayê dike.

 Nivîsgeha  ragihandinê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ev nûçeya piştrast kir û raghand: “Amano di dema  pêkan de  dê îstifaya xwe bi fermî  dê ji Konseya hikimdaran re raghinîne”.

 Amanoyê 72 salî ku li sala 2009`an bû rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, heftiya buhurî jî li civîna  konseya hikimdaran bi mijara  dosiya  navokî ya Îranê jî hazir nebibû.

 Eva cara dudiyan e ku ew ji ber lawaziya bedenî li civînên ajansê hazir nabe.

Heyama fermî ya  rêvebertiya  Amano dawiya sala 2021an dawî dibe.

Başa dön tuşu