Zanayên Hindistanê: Alê Siûd hêjatiya rêveberiya Heremeynê Şerîfeynê tine
Hejmarek ji alim, kesayetî û çalakên siyasî yên Hindistanê tekez kirin ku malbata Alê Siûd hêza dabînkirina ewlehiya heciyan tine ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, kesayetiyên bi nav û deng ên hindû kiryara Erebistanê derheq girtina pêşiya beşdariya tewafkirên hin welatan li mersima heca îsal şermezar kirin û dan zanînê ku ev kiryar û buyerên salên buhurî nîşan da ku Alê Siûd hêz û hêjatiya rêveberiya Heremeynê Şerîfeynê tine.
Kesayetiyên hindû her wiha daxwaza çavdêrî û beşdariya welatên Îslamî li rêveberiya hecê kirin û gotin ku bûyerên par jibo ziyaretkiran li welatê wehyê nîşan da ku ev welata nikare ewlehiya heciyan dabîn bike.
Serokê nunertiya civaka El-Mustefa a Dihliyê bal kişand ser gotinên rêberê giranqedr ê Inqilab a Îslamî û got : Şehadeta bi hezaran kes ji ehciyên Beytullah El-Heramê li salên buhurî ji ber sersarî û nehêjatiya Alê siûd cih hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)