ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Zanayên Hindistanê: Alê Siûd hêjatiya rêveberiya Heremeynê Şerîfeynê tine

Hejmarek ji alim, kesayetî û çalakên siyasî yên Hindistanê tekez kirin ku malbata Alê Siûd hêza dabînkirina ewlehiya heciyan tine ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  kesayetiyên  bi nav û deng ên hindû kiryara Erebistanê derheq girtina pêşiya  beşdariya tewafkirên  hin welatan li mersima  heca îsal şermezar kirin û dan zanînê ku ev kiryar û buyerên salên buhurî nîşan da ku Alê Siûd  hêz û hêjatiya  rêveberiya  Heremeynê Şerîfeynê tine.

Kesayetiyên hindû her wiha  daxwaza çavdêrî û beşdariya  welatên Îslamî li rêveberiya hecê kirin û gotin ku bûyerên  par jibo ziyaretkiran li welatê wehyê nîşan da ku  ev welata  nikare  ewlehiya heciyan dabîn bike.

Serokê nunertiya civaka  El-Mustefa a Dihliyê bal kişand ser gotinên  rêberê giranqedr ê Inqilab a Îslamî û got : Şehadeta bi hezaran  kes ji ehciyên  Beytullah El-Heramê li salên buhurî ji ber  sersarî û nehêjatiya  Alê siûd  cih hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu