ZANAYÊN MİSİLMAN ÊN LUBNANÊ DİJÎ CUDABÛNA IRAQÊ NE
Alimên Lubnanê, Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi wateya damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû dane zanîn.
Li gorî rapora Resa News`ê, kombûna alimên misilman ên Lubnanê roja çarşemiyê raghandin: “Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê destpêka parvekirina navçê bo dewletên eşîretî, nijadî û qewmî ye da ku hizûra Rejîma Siyonîstî were pînekirin û cîhana ereb û Îslamê divê li hember damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû rawestin“.
Koma alimên Lubnanê tekez kirin: “Terorîstîzanîna diyardeya herî şerîf ya vê serdemê yanê berxwedan û hizbullahê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê buxtaneke pûç û batil e, ji ber ku Lubnan ji aliyê berxwedanê ji lepên dagirkirên siyonîst hat azadkirin û terorîstên tekfîrî ku çêkiriyên Emerîkayê ne ji welatê hanê derxistin“.
Alimên şîe û sunne yên Lubnanê tekez kirin firîna balefirên keşfê ser esmanê Filistîna dagirbûyî nîşana qaweta zêde ya mêhwera berxwedanê ye û Rejîma Siyonîstî li pêşerojê dê rastî gelek dijwariyan were ku destpêka jinavçûna rejîmê û vegeryana filistîniyan bo erdê Filistînê tê hesabê.