ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zanayên Sunnî yên Îranê darvekirina 37 welatîyan li Erebistanê şermezar kirin

Endamên Civata Melayan, Desteya Fitwadayînê û Pêşnimêjên Nimêja înîyê yên Sunne yên parêzgeha Bûşêhrê li başûra Îranê, kiryara Erebistanê ya darvekirina 37 welatîyan şermezar kirin.

Endamên Civata Melayan, Desteya Fitwadayînê û Pêşnimêjên Nimêja înîyê yên Sunne yên parêzgeha Bûşêhrê li başûra Îranê di daxûyanîyeke hevpar de ragihandin: Kiryara nemaqûl û dijî şerê ya binemala Seûdî ya kuştina neheq a 37 welatîyên erebistanî, wê rastîyê nşan dide ku rayedarên Seûdî tu nirxekê nadin jîyana mirovan.

Endamên Civata Melayan, Desteya Fitwadayînê û Pêşnimêjên Nimêja înîyê yên Sunne yên parêzgeha Bûşêhrê li başûra Îranê di daxûyanîya xwe da bi gotina wê yekê ku Rêjîma Sîyonîst û Amerîka şirîkên sereke yên binemala Seûdî di vê cinayetê da ne, ji civaka navnetewî xwestin ku ev mijara were şopandin û hilkolandinê.

Wezareta Karên Hundur a Erebistanê roja sêşemê derheq darvekirina 37 welatîyên vî welatî bi tawana tişta ku “tawana karê têrorîstî û têkilîya digel têrorîsmê“ bi nav kir,agahî da. 

Başa dön tuşu