NûçeRojhilatanavinSûriye

Tura sêyemîn a hevdîtinên Astanayê destpê kirin

Tura sêyemîn a hevdîtinên Sûriyeyê ku bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îran tê sazkirin li Astanayê bi civîna dualî ya navbera heyeta Rûsya û Neteweyên Yekbûyî destpê kir.

Di hevdîtinan de Nûnerê Taybet ê Serokatiya Dewleya Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev serokatiya heyete dike. Her wiha di heyetê de General Stanislav Gacimagomedov û Serokê Beşa Efrîqeya Başûr û Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Sergey Verşînin cih digire.

Li gorî zanyariyên berdest, Mislos Strugar serokatiya heyeta Neteweyên Yekbûyî dike. Piştî ku heyeta rûsî bi heyeta NYê re hevdîtin kir bi heyeta Ûrdunê re hat cem hev û heyeta NY û ya Sûriyeyê ku serokatiya wê Beşar Caferî dikir dest bi hevdîtinê kirin.

Hat ragihandin ku heyetên Sûriye, Tirkiye û Îranê jî ji bo hevdîtinan gihîştin Astanayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu