Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Zarokên Yemenê nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên NY li bara piştevanîkirina ji Erebistanê diyar kirin

Li gorî rapora Press TV’yê, Zarokên Yemenî duh çarşemê li hemberî nivîsgeha Rêxistina Netewên Yekgirtî li Senyaa paytexta vî welatî kom bûn û nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên Rêxistina Netewên Yekgirtî bona piştevanîkirina ji Erebistanê diyar kirin û bi tundî ev siyasetên hanê mehkûm kirin.

Zarokên yemenî ji NY û Ban Kî Mûn sekretirê vê saziya navnetewî xwestin ku bi siyasetên Amerîka û Erebistana Seûdî neyên xapandinê û dijî qayde û qirarên Rêxistina Netewên Yekgirtî reftarê nekin.

Pişkdarên vê xwenîşandanê bêdengiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li hemberî cinayetên Erebistanê li Yemenê mehkûm kirin.

Rêxistina Netewên Yekgirtî vê dûmahîkê navê Erebistanê ji nav lîsta welatên ku heq û mafê zarokan binpê dike hilanî.

Ban Kî Mûn sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî piştî derxistina navê hevalbendiya siûdî ji lîsta reş a binpêkirinên mafên mirovan mixabiniya xwe ji ber vê kiryarê nîşan da û got ku ev biryara biryareke herî diltezîn û giran bû.

Wî got ku rakirina navê hevalbendiya erebî bi serkirdayetiya Erebistanê li êrişa ser Yemenê ji lîsteya binpêkirên mafên mirovan piştî gefa hin welatan bo qutkirina bûdca Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêk hat.

Reuters`ê çend rojan berî niha ragihand ku hevpeymanên Erebistana Siûdî li bara danîna hevalbendiya siûdî nav lîsta reş a Rêxistian Neteweyên Yekbûyî, zext anîn ser Ban Kî Mûnî û Riayzê jî gef xwar ku dê alîkariya aborî bo Filistînê û bernameyên din ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî qut bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu