AsyaCîhanNûçe

Zavayê serokomar rastî êrişa çekdarî hat

Hat ragihandin ku zavayê Serokomarê Gurcistanê Giorgi Margvelaşvili Mindia Gogoçurî rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî nûçeya çapemeniya Gurcistanê, zavayê Serokomar Giorgi Margvelaşvili Gogoçuri şevê din li paytextê welat li Tiflîsê rastî êrişa çekdarî hat û ji sermilê xwe birîndar bû.

Li gorî zanyariyên berdest, zavayê serokomar Gogoçuri rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Tiflîsê û xistin ameliyatê. Herwiha li gorî nûçeyan di heman bûyerê de hevalekî Gogoçuri jî birîndar bûye û ew jî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin. Heta niha derbarê rewşa birîndaran de he tu agahiyeke fermî nehatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu