IraqNûçeRojhilatanavin

Zêde ji 100 têrorîstên DAIŞ`ê di encama balafirên cengê yên Iraqê li Mûsilê da hatin kuştinê

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, fermandarîya opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku di encama êrişên balafirên cengê yên Iraqê ser Mûsilê da, şeva buhurî 170 têrorîstên DAIŞ`î ji wan 67 têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Fermandarîya opêrasyona hevpar a Iraqê pêkutî kir ku ev êrişên hewayî li devera Gabat a Mûsilê. Hotêl Orbî ya vî şarî û meqera fermandarîya Dîwan ul Cund a Mûsilê û yek ji depoyên sîlehan li vî şarî pêk hatin.

Çavkanîyên iraqî jî ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê duh danê êvarê derbasî bajarê Mûsilê bûn.

Fermandarê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê jî ragihandin ku van hêzana avahîya televîzyona hikûmetê li milê çepê yê çemê Firatê xistine bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu