NûçeRojhilatanavinSûriye

Zêde ji 100 têrorîstên DAIŞ`ê li Humsa Sûriyê hatin kuştin

Artêşa Sûriyê karî ku bilindahiyên derdora gundê Şerîfeyê li başûrê firokexaneya T4`ê azad bike û 120 têrorîst DAIŞ`ê li navçeyên cûrbicûr ên dorhêla Humsê kuştin.

Li gorî rapora Fars News`ê, yekîneyek ji artêşa Sûriyê karî ku kontrola bilindahiyên derdora gundê Şerîfeyê li başûrê firokexaneya T4`ê li dorhêla rojavayiya Tedmurê bixe bin kontrola xwe.

Rayedarekî leşkerî ji SANA News`ê ra got ku artêşa Sûriyê êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li ser hejmareke navendên xwe yên leşkerî li bakurê rojhilata Friokexaneya T4`ê pûç kir.

Li gorî gotina wî, hêzên artêşê her wiha li derdora firokexaneya T4`ê li dorhêla rojhilata parêzgeha Humsê, 50 têrorîstên DAIŞ`ê kuştin û sê tank û 5 erebeyên wan ji nav birin.

Eva li halekî ye ku hêzên Sûriyê li bilindahiyên El Ewamîdê li dorhêla El Qerîteynê erebeyeke DAIŞ`ê ji nav birin ku di encama wê da 6 têrorîst jî hatin kuştin.

Li gorî rapora SANA News`ê, hêzên atêşa Sûriyê her wiha li gundê Şerîfeyê êrîşî ser hejmareke têrorîstên DAIŞ`ê kir û karî ku li vê navçeyê pêşketineke berbiçav hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu