CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Milîsên YPG ragihand ku, me 16 leşkerên Tirkîyê dîl girtine

Fermandarê YPGê Ehmed Şewqî ji bo Sputnikê axivî û ragihand ku hêzên wan di dema şerê Efrînê de 16 leşkerên artêşa tirk dîl girtine.

Berdevkê Parastina Biryargehên YPGê Ehmed Şewqî ji bo Sputnikê axivî û destnîşan kir ku di dema şerê li Efrînê de 16 leşkerên tirk ji aliyê şervanên YPGê ve dîl hatine girtin.

Şewqî herwisa anî ziman ku ji hêzên YPGê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ehmed Şewqî bal kişand ser ku êrîşên hewayî yên artêş tirk jî kêm bûne.

Operasyona  eskerî ya artêşa Tirkiyê li abjarê Efrînê li parzêgeha  Helebê li bakurê Sûriyê ser navê qaşo Çiqla Zeytûnê li dijî hêzên kurd ji şemî 20`ê Çillê ve destpê bû.

Piştî operasyona  artêaş Tirkiyê li bajarê Efrînê, wezareta karên derve ya Sûriyê êrişa hêzên artêşa Tirkiyê ser vî bajarî şermezar kir û raghand: Ev kiryara  Tirkiyê binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu