FilistînNûçeRojhilatanavin

Zêde ji 200 filistînî bi derba gullên eskerên Îsraîlî birîndar bûn

Li 13`emîn îna meşa mafê vegerînê ya bi navê “ Îna emegdariya li birîndaran“ ku bi beşadriya girseyî ya filistîniyan li rojhilata zîvala Gazayê hat lidarxistin, zêde ji 200 filistînî bi derba gullên eskerên Rejîma Siyonîstî birîndar bûn.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a filistînî ya Meayê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê raghand ku li xwenîşandana roja îniyê ya xelkê zîvala Gazayê li  sînorê  navbera vê zîvalê û erdên dagirbûyî yên Flistînê, 206 filistînî  birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, eskerên Rejîma Siyonîstî ber bi xwenîşanderan li bajarokê Cebalyayê û Xan Yûnisê li sînorên  rojhilata  zîvala Gazayê gulle avêtin.

Li gorî raporan,  Elî Cadullah rojnamevanê filistînî bi derba gulla eskerên siyonîstî birîndar bû.

Nîşangirên Rejîma Siyonîstî li sînorên  rojhilatî yên  zîvala Gazayê, bi cih bûne û ber bi xwenîşanderên filistînî gullan davêjin.

Meşa mafê vegerê ji 30 Adara  buhurî bi beşdariya  berfireh a welatiyên filistînî destpê bûye û xelkê zîvala Gazayê heya niha  bi awayekî berfireh beşdarî kirine. Armanca vê xwenîaşndanê, sekinîna ser mafê vegeryanê yê awareyên  filistînî ser erdê wan e.

Heya niha zêde ji 140 filistînî li vê meşê bi derba gullên eskerên siyonîst hatine şehîdkirin û zêde ji 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu