EwropaNûçeRojhilatanavin

Zêde ji 2600 penaber li behra Sipî rizgar bûn

Karbidestên îtaliyayî ji rizgariya zêde ji 2600 penaberan li behra Sipî (Medîteranê) li 24 saetên bihurî xeber dan.

Li gor rapora ajansa Reutersê, Garda beravî ya Îtaliyayê , saziya doxtorên sînornenas û gemiyeke hêza deryayî ya Îrlandê, nîzikî 2 hezar penaber ku siwarî 14 gemiyên biçûk û gemiyeke mezin bûn û li nav avên Lîbiyayê rastî xeterê hatibûn rizgar kirin.

Herwisa gemiyên Îtaliya û Maltê jî 636 penaberên din ku siwarî 2 gemiyan bûn li nav avên Maltê rizgar kirin.

Hîn nehatiye ragihandin ku ev penaberên ku dil hebûne ji beravên bakûrî yên Afrîqayê ber bi Ewrûpa herin ji kîjan welatan in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu