Zêde ji 500 kuştî li encama gulleavêtinên li Şîkagoyê
Hejmara goriyên gullevaêtinên li bajarê Şîkagoyê li navenda eyaleta Îlînwîz a Emerîkayê îsal ji 500 kesî derbas bû.
Li gorî rapora rojnama Los Ancilês Timesê ji ber dewama gullevaêtinên bikuj li bajarê Şîkagoyê ya Emerîkayê îsal hejmara goriyên bikaranîna çekan li vî bajarî gihêşte 500 kesan.
Li gorî vê raporê, Bi kuştina herîkêm 13 kesan li encama gulleavêtinên hefteya buhurî li bajarê Şîkagoyê amara kuştiyên li encama gullevaêtinên vî bajarî li sala 2016an gihêşte zêde ji 500 kesan.
Li gorî nivîsa rojnama Los Ancilês Timesê li dirêjahiya betlaneyên dawiya heftiyê li Şîkagoyê zêde ji 60 kes ketine ber gulleyan.
Gulleavêtin hegerên sereke yên mirinê li Emerîkayê ye û salê zêde ji 30 hezar kes ji ber bûyerên girêdayî bi çek û sîlehan canê xwe ji dest didin.
Tevî ku dewleta Emerîkayê bi caran daxwaza pejirandina qanûnên dijwar ên rakirina çek û sîlehan kiriye lê lobiya şîrketên çek û sîlehan heya niha rê li ber vî karî girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)