Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî duh sêşemê ragihand ku pêngava aşitiya li navçê bi fermî naskirina Îsrayîl wekî Dewletekî Cihû ye û eva destpêka aşitiya navbera Îsrayîl û Filistînê ye jî.
Netanyahû li daxûyaniyekê îdia kir; Pirsgirêka neyariya hertimî ya aliyê Filistînî tev bi fermî naskirina Îsrayîlê wekî Dewletekî Cihû, li ser mesela sînorane û kêşeyên sereke li vê barê jî li ser nediya bûna sînorên navbera Îsrayîl û Filistînê ye.
Îdiaya Netanyahû bona xalifandina bîrûraya giştî ji ser kirîzên nav erdên Filistîniyan li halekê ye ku Siyasetên nijadperêzî û zêdexwazî yên Rejîma Siyonîstî sebebkarê sereke yê zêdebûna kirîzên nav axa Filistîniyan e.
Gotinên Netanyahû nîşana destpêbûna liv û tevgerên nû yê Îsrayîl bona nasandina vî rejîmî wekî dewleta Cihû û pêşbirina siyasetên zêdexwazî yên Rejîma Siyonîstî wekî dewleta Cihû ye bûye ku eva hertim wekî nexşeya riya Rejîma Siyonîstî bona domandina siyasetên destdirêjker û nijadperêziye wan bûye û karbidestên vî rejîmî ji her mecalekê bona binpê kirina heq û mafê filistîniyan behre digrin.
Rejîma Siyonîst hertim dixebite pê zêdekirina zextûzora xwe ya li navçê û tirsandina xelkê li erdên Filistîniyan, pilanên xwe yên zêdexwazî ser gelê Filistînê bide qebûlkirin.
Rejîma Siyonîst pê hilêxistina pilanên xwe yên zêdexwazî û dewama dagîrkeriya xwe li erdên Filistîniyan dixebite mijara damezirîna dewleta Filistînê jinav bibe.
Xebata ducarî ya karbidestên Rejîma Siyonîstî bona pejirandina qanûnekê li bara viya ku Îsrayîl dê bibe dewleta Eşîreta Cihû bibaşî nîşan dide ku Îsrayîl rejîmekî nijadperêz e û hema dewamê dide siyasetên xwe yên Apartayîdî û ferq û tefûtên etnîkî.
Ser bawera hinek ji karzanên siyasî, eva ku Rejîma Siyonîstî dixebite Îsrayîl wekî welatê Cihûyan bide nasandin bona viyaye ku bikaribe pirtir erdê Filistîniyan dagîr bike û nehêle ku Filistînî bizivirin nav axa xwe ya sînor kifşbûyî li sala 1948, ku dibêjine van erdan, erdên erebên Îsrayîlî.
Desthata van siyasetên nijadperêzî yên Rejîma Siyonîstî dijî gelê Filistînê li van salana bûye sebeb ku xelkekî kêm ji filistîniyan li nav axa xwe ya dayîkê ku li sala 1948 ji aliyê vî rejîmî dagîr bûye bimînin bi curekê ku niha tenê sedî 10 ji xelkê van navçan , xelkê Filistînî ne.
Siyasetên nijadperêzî yên Rejîma Siyonîstî bûye sebeb ku heta ev rejîma qebûl neke hema ew filistîniyên kêm ku li navçên dagîrbûyî yên sala 1948 dijîn jî, li wê bimînin û gelek ji heq û mafên wan binpê bûne û sercem rejîma siyonîstî xebitiye ku wan filistîniyan ji nav axa xwe derxwîne.
Her li vê çarçîvê mirov dikare bêjeev pilana Netanyahû bona bi fermî naskirina dewleta Cihû, îdiayekî pûç û bê belgeye û qet ev cure nêhrîn û siyasetên zêdexwazî aşitiyê nayînin navçê belkî kirîzên navçê zêde dikin ji ber ku eva dibe sebeb ku Rejîma Siyonîstî pirtir dewamê bide cinayetên xwe dijî gelê Filistînê
Ji aliyê dinve parlemana Rejîma Siyonîstî roja duşemiyê pêşnumaya zevtkirina erdên filistîniyan û qanûnîzanîna çêkirina bajarokan li Filistîna dagirbûyî pejirand.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, li hemberî vê pêşnumaya bihellahella heya niha nerazîbûnên berfireh ên navneteweyî hebûne.
Teşkîlata Xweîdarekir a Filsitînê jî çêkirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîstî neqanûnî da zanîn û tekez kir: Ev kiryara siyonîstan li dijî biryranama 2334`an a konseya ewlehiyê ya NY ye.
Piştî bidesthilatbûna Donald Trump û çûyîna wî nav koşka sipî rayedarên Rejîma Siyonîstî hartir bûne û hemî rojê planên nû jibo çêkirina bajarokên nû li erdê filistîniyan tevî dayîna biryarnama vê dawiyê ya konseya ewlehiyê ya NY derheq rawestandina çêkirina van bajarokan dipejirînin.
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî vê dawiyê li li gotûbêja tev kanala nûçan a CBS`ê, Donald Trump piştgirê bihêz ê Îsraîlê dabû zanînê.
Trump li pêşbirkên hilbijartinê û her wiha piştî serketina li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê soz da Binyamîn Netenyahû serokwezîrê Îsraîlê ku xêncî piştgiriyên gişatalî yên Waşengtonê ji Rejîma Siyonîstî balyozxana Emerîkayê ji Tealvêvê dê bibe Qudsa dagirbûyî.
Konseay Ewlehiyê ya NY, 23`yê Kanûna 2016`an dengê Erê da biryarnama ku armanca wê rawestandina çêkirirn bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîstî li erdên dagirbûyî yên Filistînê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)