AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna 10 milyard dolarî ya derfirotina Îranê

Cîgirê wezîrê pêşe, meden û ticaretê li beşa berhemanînê, ragihand ku derfirotina Îranê 10 milyard dolarî zêde bûye.

Li gorî rapora rojnama Îran çapa Têhranê, Riza Rehmanî, cîgirê wezîrê pêşe, meden û ticaretê li beşa berhemanînê li konfiransa “ pişkdarîya mayinde li bazara Rûsyayê bi gotina vîya ku berhemanîna li welêt divê ser bingeh û armanca derfirotinê be, hêvî kir ku li gorî vê armancê, derfirotina me îsal anegorî sala buhurî 10 milyard dolarî zêde bibe.

Riza Rehmanî hervisan got: Me jibo jordabirina asta derfirotinê planên curbicur li beşên pêşe û bazarên firotina berheman darêştine û me pakêtên handanê jî berçav girtine.

Li gorî rapora gumrika Îranê, di 5 mehên destpêka îsal da 50 milyon ton berhem bo derveyî welêt hatine firotinê û 13 ton jî berhemên neniftî ji derve hatine kirînê ku anegorî vê heyamê ya sala buhurî, ji sedî 25 zêde bûye. Eva li halekî ye ku kirîna berheman ji derve di vê heyamê da ji sedî 6.39 kêm bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu