İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zêdebûna 18 mîlyar dolarî ya asta bazirganiya Îran û Koreya Başûr

Li gorî rapora IRIB News`ê, Welîullah Efxemî Rad, duşemiyê bi şev li gotûbêja bi riya têlêfonê herwiha got, peywendiyên bazirganiyê yên di navbera Îranê û Koreya Başûr de, ber bi veguhestina têknolojîiyê û sermayedanîna hevpar ve diguhere û dewleta Koreya Başûr, xeta krêdîtê ya 25 mîlyard dolarî dide ber destê Îranê.

Efxemî Rad, herwiha got, 18 hevhatiname û peyman di navbera Koreya Başûr û beşên sivîl ên Îranê îmze bûne ku çêkirina hêzgehan, berhemanîna Polatê û makîneyên cotyariyê û çêkirina iskileyanji wan hevhatinamayen in.

Îran û Koreya Başûr, roja duşemiyê, dema sefera Park Gêon Hî, serokkomara KOreya Başûrê bo Têhranê, 19 belgeyên hevkariyê bona geşepêdana zêdetir a peywendiyên di navbera her du welatan de, îmze kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version