EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna bombebaranê hewayî li ser Trablos

Mêdyayên xwecihî yên Lîbyayê qala zêdebûna bombebaran hewayî li ser Trablos ji aliyê hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê kirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Trablos şeva bihurî kete ber êrîşên hewayî yên giran û teqînên ku li vî bajarî qewimîn.

Li gorî gotina şehedên bûyerê, çend navçeyên paytexta Lîbyayê ji aliyê firokeyên şêrr va hat bombebarankirn û li pey van êrîşan sê kes hation ekuştin û 34 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raporên belavbûyî êrîşên şeva bihurî li ser navçeya El Felahê pêk hatin û depoyeke cebilxaneyan li kampa Qe’qayê li başûrê Trablosê ketiye ber êrîşê.

Li vî warî da, mêdyayên Lîbyayê jî ji zarê şehedan ragihandin ku hejmara êrîşên hewayî li ser Trablosê zêde ji 9 caran bûye.

Li gorî ragihandina van çavlaniyan, di êrîşên esmanî li ser Trablosê her wiha taxên Eyn Zare û Merû’ Heziye jî ketin ber êrîşê.

Her wiha rûniştiyekî rojavaya Trablosê got: Em berdewam dengê gulleavêtin û êrîşên esmanî dibihêzin.

Başa dön tuşu