EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Serdana Zerîf a bakûra Afrîqayê destpê bû

Wezîrê karên derve yê Îranê bi merema seredaneke durojî û gotûbêja li bara berfirekirina peywendîyên dualî û meseleyên navçeyî, çû sê welatên afrîqî yên Cezayir, Morîtanî û Tûnisê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê di yekem qonaxa seredana xwe ya bakûra Afrîqayê da, çû Cezayirê.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mihemedcewad Zerîf li gorî vexwendina fermî ya rayedarên Cezayir, Morîtanî û Tûnisê yê seredana van welatan bike û herwiha bi hevdîtina ligel hevtûşên xwe ew ê ligel serokomarên welatên hanê jî hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Qasimê “kûrkirina peywendîyên dualî û berfirekirina danûistandinên Komara Islamî ya Îranê ligel Cezayir, Morîtanî û Tûnisê“ armanca seredana durojî ya Zerîf bo van welatana ragihand û got: Rawêjkarî û danûistandina li bara alûgurên navçê ji wan Sûrîyê û meseleyên welatên Kendava Farsê ji wan armancên vê serdanê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha bibîr xist: Ji ber alûgurên herêmê hevgirtina zêdetir a welatên islamî pêwîst e û Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku welatên misilman divê li hemberî xêrnexwazan û tefreqekaran zêdetir hevgirtî bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu