Rejîma Erebistanê ku pilana zêdekirina sedî 6.7 a bûdca xwe ya şerî û eskerî bo sala 2017 xistibû rojevê, ev pilana pejirand û bûdca eskerî ya xwe gihande 191 milyard riyalên erebistanî beranber 50 milyard û 800 milyon dolar.
Li daxûyaniya fermî ya dewleta Riyazê hatiye ku zêdebûna bûdca eskerî ya Erebistanê bona zêdekirina bertnama kirrîna çek û sîlahan û amêrên şerî û piştevaniya ji artêşa Erebistanê ye.
Erebistan yek ji wan welatane ku bûdceyekî zav terxan dide kirrîna çek û sîlahan û wisa diyare ku işkesta Riyazê li destdirêjiya ser axa Yemenê wisa kiriye ku Erebistan ber bi kirrîna zêdeye çek û sîlahan here.
Bûdca eskerî ya Erebistanê li halekê zêde dibe ku Melêk Selman paşahê Erebistanê pêncşemê bûdca sala 2017 a vî welatî pê pêşbîniya 52 milyard û 800 milyon dolarî ragihand.
Sala 2017 sala çarane ku Erebistan rastî kêmasiya bûdcê hatiye.
Eva li halekê ye ku gor raporên belavbûyî ji nav Erebistanê her ku diçe her sal hejmara bê kariyê û nedariya nav xelkê vî welatî zêdetir dibe.
Hatiye ragihandin ku Erebistanê li sala 2016 , 73 milyard dolar qer û deyînên hebûye ku 63 milyard dolarê vê qer û deyînê hundirî bûye û 10 milyard dolar jî qer û deynên biyanî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)