ÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna daxwaza ji bo nîşandana berhemên dîrokî yên Îranê li Ewropayê

Mîrhadî Qere Seyid Romiyanî cîgirê karên parliman, hiqûqî û parêzgehan ê serokê Saziya Mîrata Çandî, Pêşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê her wiha got: Piştî cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, daxwaza lidarxistina nîşangehên berhemên dîrokî û kevnare yên Îranê zêde bûye ku meyl û daxwaza dewleta Almanê ji bo lidarxistina van nîşangehan yek ji wan e.

Romiyanî her wiha got: Berhemên dîrokî yên Îranê ji bo nîşandanan li Almanê li ser daxwaza dewleta vî welatî hatine şandin û wê ehta kêmtir ji salekê bo Îranê bên vegerandin.

Cîgirê serokê Saziya Mîrata Çandî, Pêşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê her wiha ihtimala dewama lidarxistina vê nîşangehê li bajar û welatên cûrbicûr ên ewropî û seredana çend miliyon kesî ji wan li gorî zêdebûna daxwazan mimkin zanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu