EwropaNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna derbasbûna nav Îtalyayê

Ajansa Çavdêriya li ser Sînorên Ewrûpayê, ji zêdebûna derbasbûna penaberan nava Îtalyayê agahî da.

Li gorî nivîsara malpera nûçeyan a rojnama fransî ya Le Fîgaro`yê, Ajansa Çavdêriya ser Sînorên Ewrûpayê (Frontex), îro sêşemiyê ragihand, hejmara penaberên ku di meha Hezîranê de ji bakûrê Afrîqayê derbasî Îtalyayê bûne, li gorî meha Gulanê, sedî 25 zêde bûye. Li gorî ragihandina Ajansa Çavdêriya ser Sînorên Ewrûpayê , bi giştî 22 hezar û 500 penaber, meha Hezîranê derbasî perravên Îtalyayê bûne ku para zêde ya van penaberan, xelkê Nîcêrya, Sûdan û Êrîtrê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu