AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna derhatên niftî yên Îranê

Emîr Hisên Zemanî cîgirê karên navneteweyî û bazirganiyê yê wezîrê niftê yê Îranê roja şemiyê got: `Piştî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û zêdebûna berhemanîna nifta Îranê, derhata niftî ya Îranê ji firotina vê berhemê zêde bûye, bi awayekî ku di heyama neh mehên buhurî da derhata niftî ya Îranê gihîştiye 29 miliyar dolarî.

Vî rayedarê wezareta niftê ya Îranê pêşbînî kir ku derhata niftî ya Îranê di mehên pêşerojê da jî ji ber lihevkirina navbera welatên endama Saziya Welatên Bifiroşê Niftê nasyar bi OPEC`ê di 30`ê Mijdara buhurî da li ser kêmkirina asta berhemanînê, dîsa jî zêde bibe.

Zemanîniya her wiha got: Navgîna derfirotina nifta xav a Îranê di heyama neh mehên bihurî da gihîşte du miliyon û pêncsed hezar bermîlî di rojê da û elbete ev asta di meha Kanûna buhurî da heta du miliyon û heştsed û sî hezar bermîl di rojê da zêde bûye.

Saziya Welatên Bifiroşê Niftê, OPEC`ê li civîna ku 3`ê Mijdara 2016`an li Viyenê hat lidarxistin, li bara kêmkirina berhemanîna niftê ya endamên vê saziyê bi qasî miliyonek û dused hezar bermîl di rojê da bi merema pêkanîna aramiyê li bazara cîhanî ya niftê pesend kir ku ev lihevkirin ji sala 2008`an va û bi vir da bêmînak e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu