Zêdebûna gotûbêjên Îran û Rûsiyê li bara meseleyên navçeyê
Serokê navenda lêkolînên stratijîk a civata diyarkirina xêr û mesleheta pergala Komara îslamî ya Îranê û nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li ser pêwîstiya gotûbêjên navbera du welatan ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyî û cîhanî pêgirî kirin.
Elî Ekber Welayetî Serokê navenda lêkolînên stratijîk a civata diyarkirina xêr û mesleheta pergala Komara îslamî ya Îranê roja şemiyê li hevdîtina digel LavêrêntîfRûsiyê li Têhranê got: Rewşeke teze li warê navçeyî û cîhanî pêk hatiye; Lewma pêwîst e ku em gotûbêjên xwe zêde bikin.
Welayetî bal kişande ser bêencambûna hewildanên bi armanca sistkirin û têkbirina peywendî û hevkariyên nêzik di navbera Îran û Rûsiyê û her viha got: Plêşeroja navçeyê bi taybet li rojavaya Asyayê, Asyaya Navendî û Rojhilata Navînê hestiyar e û pêwîst e ku tevdîrên minasib ji bo sekinîna li hemberî gefên heyî bên berçavgirtin.
Nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser vîn û îradeya Moskoyê ji bo domandina peywendiyên giştalî digel Têhranê, got: Hîn hewildanên ji bo reşkirina peywendiyên nava Îran û Rûsiyê didomin; Lê ev armanca dê nema serê xwe bigire.
Lavêrêntîf nûnerêî taybet ê serokomarê Rûsiyê li warê Rojhilata Navînê ji bo gotûbêja digel rayedarên derecebilind ên Îranê li bara peywendiyên duyalî, navçeyî û cîhanî sefera Têhranê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)