Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara goriyên penaberên ku li perravên Misrê xeniqîne

Hejmara goriyên gemiya hilgira penaberên ku li perravên bajarê Reşîdê ya parêzgeha Behîreya Misrê xeniqîbûn, gihîşte 166 kesî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, ji zarê çavkaniyên nûçeyan li Misrê, Elî Evdilsetar, fermandarê bajarokê Metbûsê li parêzgeha Kefer El Şêxê, bi piştrastkirina vê nûçeyê herwiha got: Xeniqîna gemiya hilgira penaberan, roja çarşemiya buhurî li perravên Misrê qewimî.

Li gorî gotina rayedarekî xwecî yê misrê, gemiya van penaberan ji perava parêzgeha Kefer El Şêxê derket û li peravên gundê Birc Reşîdê li parêzgrha El Behîrê, niqumî.

Kesên di vê qayqê de hewl didan ku piştî giheştina peravên Ewrûpayê, daxwaza penabertiyê raber bikin.

Mihemed Siltan, parêzgarê El Behîreya Misrê, roja şemmiyê, hejmara goriyên vê bûyerê 148 kes ragihandibû.

Ev gemiya hilgira 600 penaberan ji welatên Sûdan, Êrîtrê, Sûmalî û Misrê bû û tenê 164 kes ji wan filitîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu