MisrNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara kuştiyên êrişa terorîstî li Qahirê

Wezareta Tendrustiya Misrê li bara zêdebûna hejmara kuştiyên êrişa ser klîseyeke li başûrê Qahirê agahî da.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê, Wezareta Tendrustiya Misrê ragihand ku li encama êrişa çekdariyê û gulleavêtinê li roja îniyê ser klîseya  Marmînayê li Helwanê li başûrê Qahirê 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina polîsê Misrê, yek ji êrîşkeran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Êrîşkerê din jî ji aliyê hêzên wlehiyê yên Misrê li ber şopandinê ye.

Pêştir hin medyayên misrî hejmara  kuştiyan , 5 kes raghandibûn.

Li navça Helwanê amadetiya ewlehiyê heye û hêzên ewlehiyê yên Misrê li ber deriyên vê navçê bi cih bûne.

24 Mijdarê jî li encama êrişa  endamên çekdar ser mizgevta  El-Rozeyê li bajarê Br El-Ebdê li rojava bajarê El-Erîşê li parêzgeha Sînaya bakur li Misrê, 305 kes hatin kuştin û 128 kes jî birîndar bûn.

Parêzgeha  Sînaya  Bakur veşartgeha   kesên tundrê bi taybet komên ser bi DAIŞ`ê ye û  gelek êriş ser eskeran  û  ser xelkê sivîl ê misrî li parêzgehaên din ên vî welatî cih hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu