NûçeFilistînRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Gazayê

Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Gazayê tim berdewam in û hejmara şehîdan jî zêde bûye.

Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Gezeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê 560  û hejmara birîndaran jî gihêştiye  2900 kesî.

Di vê navberê de, êrîşên Rejîma Siyonîst ser Gazeyê berdewam in.

Kanala 12 ya televizyona Rejîma Siyonîst pêştir ragihandibû ku rêjeya bombe û teqemeniyên ku bi ser taxa El-Şucaiyê ya Gezeyê de hatine avêtin, 4 beramber zêdetir in ji bombeyên sala 2006`an li taxên başûrî yên Beyrûtê  ku di 33 rojan de hatine bikaranîn.

Ji aliyê din ve,  bi dewama êrişên mûşekî yên berxwedana filistînê ser Qudsa dagirbûyî, siyonîst ketine  nav tirs û xofan

Başa dön tuşu