Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Gazayê tim berdewam in û hejmara şehîdan jî zêde bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Gezeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê 560 û hejmara birîndaran jî gihêştiye 2900 kesî.
Di vê navberê de, êrîşên Rejîma Siyonîst ser Gazeyê berdewam in.
Kanala 12 ya televizyona Rejîma Siyonîst pêştir ragihandibû ku rêjeya bombe û teqemeniyên ku bi ser taxa El-Şucaiyê ya Gezeyê de hatine avêtin, 4 beramber zêdetir in ji bombeyên sala 2006`an li taxên başûrî yên Beyrûtê ku di 33 rojan de hatine bikaranîn.
Ji aliyê din ve, bi dewama êrişên mûşekî yên berxwedana filistînê ser Qudsa dagirbûyî, siyonîst ketine nav tirs û xofan