FilistînNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara şehîdên filistînî

Birîndarekî dine filistînî ku li meşa dijî Rejîma Siyonîstî li Zîvala Gazayê bi şîdet birîndar bibû, şehîd bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, zarokekî 16 saliye filistînî ser navê Telal Adil Îbrahîm Meter ku duşemiya bihurî li Zîvala Gazayê bi destê eskerên Rejîma Siyonîstî bi şîdet birîndar bibû , şehîd bû.

Gor raporekî din ji Filistînê , du birîndarên dine filistînî ji wan zarokekî 8 heyvî jî şehîd bûn û sercem hejmara şehîdên filistînê gihêşte 62 kesan

çekdarên Rêjîma Siyonîst Sêşemiya bihurî êrîşî ser filsitîniyên beşdar li xwenîşandana salvegera Roja Nikbetê (15ê Gulanê) kirin û gulle reşandin ser wan ku di encamê da filsitîniyek şehîd bû û herîkêm 62 kes birîndar bûn.

Filsitîniyan roja Sêşemiyê hevdem digel salvegera Roja Nikbetê (15ê Gulanê) xwenîşandanek li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê dest pê kirin.

Hêzên dagirkerê Qudsê bi bikaranîna firokeyeka bêfirokevan gaza rondikrêj reşandin ser xwenîşanderên filsitînî li derbasgeha bakurî ya El Bîreyê.

Wezareta Tendurustiyê ya Filsitînê ragihand: Li xwenîşandana roja Duşemiyê ya filistîniyan bi nîşana nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê, herîkêm 60 filsitînî şehîd bûn û 2770 kes birîndar.

14ê Gulanê hevdem digel heftiyemîn salvegera bi sedan hezar filsitîniyan ji welatê wan û 15ê Gulanê heftiyemîn salvegera damezirandina Rêjîma sexte ya Israîlê nasyar bi Roja Nikbetê ye. gelê Filsitînê her salê di vê rojê da xwenîşandaneka dijî Israîlêî li dar dixin.

Başa dön tuşu